Hêzên Asayişê: Li Reqa 82 kesên ku tevlîhevî derdixistin hatin girtin

Hêzên Asayişê bi hevkariya QSD û YPG’ê doh 29’ê Çile operasyonek li bajarê Reqayê li darxist.
Hêzên Asayişê ragihand ku di operasyonê de 82 kes bi tawana derxistina tevliheviya li herêmê girtine.

Hemwextî Qonaxa 3. a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê, Hêzên Asayîşê li bajarê Reqayê doh operasyonek li dar xist.

Têkildarî operasyonê civîneke çapemeniyê li avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê li Reqayê hat li dar xist.

Di daxuyaniyê de, Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê Helîme Ebû Bekir ev agahî parvekirin:

“Hêzên me bi hevkariya Hêzên Asayişa-Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) doh duşemê 29 Çile operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li bajarokê Hemrat ê rojhilatê Reqayê li dar xist.

Ev operasyon piştî nakokî û şerên di navbera êlên El-Mildic (Belasêm) û êla El-Cemase de û li ser daxwaza rûspiyên êlên herêmê hat destpêkirin.

Di operasyonê de 82 kesên destê wan di şer de heye û hewl dida tevlihevî û fitneyê li herêmê derxin, hatin girtin.

Her wiha çek û cebilxaneya bi wan re hatin desteser kirin.

Çek û ceblixane jî ev in:

39 kalaşnîkov, 26 tivingên bêruxset, 116 cercûr, amûreke peydakirina mayinan, 12 rext, 6 malikên debançeyan, 5 cercûrên debançeyan, 8 bateriyên amûra peydakirina mayinan û gelek cureyên çekan hatin dîtin.

Back to top button