Parlementerên HDP li dijî tecrîdê çalakiya xwe didomînin

Ji bo tecrîda girankirî ya li îmralîyê bi dawî bibe, ev meheke Parlementerên HDP’yî Nobeta Edaletê digrin û banga rêdena hevdîtina parêzeran a bi rêber Apo re dikin.

Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP’yî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin, bi biryardarî didome.

Di roja 30’emîn a çalakiyê de Parlamenterên HDP’ê carek din li pêşiya meclîsê ya li Enqereyê kombûn.

Parlamenter Saît Dede di çalakiyê de axivî û got, “Meheke em bang li desthilatdariyê dikin ku li gorî qanûnan tevbigere.

Nêzî 22 meh in agahî ji wan mirovan nayê girtin ku di bin çavdêriya dewletê de ne.

Malbat, xizm, parêzer nikarin wan bibînin, nayê zanîn bê rewşa wan çiye.

Saît Dede anî zîman ku eger li Tirkiyê wê siyaseta demokratîk bê kirin, divê tecrîd bê rakirin.

Parlementerên HDP’ê: Heta tecrîd bi dawî nebe ti maf û edalet pêk nay

Parlamenter Saît Dede di dawiyê de got; Lewma heta bidawîbûna vê tecrîdê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Heta ku ev tecrîd bidawî nebe ne edalet ne jî maf û hiqûq li Tirkiyeyê bi cih nabe.”

Back to top button