Hêzên ser bi Heşd El-Şehbî ve bi fûzeyan êrişî baregeha artêşa Tirk a dagirker li Başîqa ser bi Mûsûlê ve kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin îro danê sibehê saet di 07:45’an de Barageha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker bi fuzeyan hate hedefgirtin.
Li gorî çapemeniya Iraqê tê gotin ku Baregeha Zîlkan bi 20 fûzeyan hatiye bombekirin.
Hinek çavkaniyên din jî radigihînin ku bi 8 fuzeyan baregeha leşkerî hatiye hedefkirin û 2 ji van li nava baregehê ketiye.
Hêzeke ser bi Heşd El-Şeibî ve berpirsyariya êrişê girt ser xwe
Rêxistina Lîwaya Ahrar Al- Iraq ku komek çekdar a ser bi Heşdî El-Şehbî ve ye, bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta dagirker bi temamî li ser axa Iraqê neçin, wê çalakiyên wan berdewam bin.