Nivîskar Selah Celal: Zêdebûna partiyên herêmê bûne bela serê gel

Nivîskar Selah Celal da zanîn ku ji ber nebûna ewlehiya netewî rojane dewleta Tirk û Îran êrişî xaka Başûrê Kurdistanê dikin, welatî û azadîxwazan şehîd dixin.

Li Başûrê Kurdistanê nebûna ewlehiya netewî yek ji pirsgirêkên xelkê ye ku zererek mezin jê dibînin.

Derbarê mijar de Nivîskar Selah Celal diyar kir ku desthilta Başûrê Kurdistanê ji rewşa heyî re berpisiyare.

Selah Celal da zanîn ku civaka navdewletî bi xemsarî nêzî gelê Kurd dibe û wiha got :

“Dagirkerên Kurdistanê (Îran, Suriye û Tirkiye) peywendiyên wan li gel dewletên serdest ên cîhanê hene.

Em Kurd bi xwe jî tawanbarin, ji ber ku heta niha me parastina ewlehiya xwe ya netewî ne kirye û her partiyek me bi dewletek herêmî ve girêdayî ye .

Selah Celal destnîşan kir ku divê partiyên siyasî û desthilatdarên Başûr di mijara
ewlehiya netewî de yekbin .

Selah di dawiyê de got:”Zêdebûna hizbên herêmê bûne belaya serê gel ,

hizbek ti giraniyek xwe ya îdeolojî nebe ma çawa wek hizb tê hesibandin ”

Back to top button