Li cîhanê derdora 3 milyon û nîv kes bi Coronayê ketine

Li tevahiya cîhanê heta niha derdora 3 milyon û nîv kes bi vîrûsê ketine û derdora 250 hezar jî jiyana xwe ji dest daye.

Qurbaniyên herî zêde li dinyayê li Amerîkayê ne, ku heya niha nêzî milyonek û 150 hezar bi vîrûsê ketine, ji wan zêdeyî 65 hezarî mirine.

Bîlançoya Îtalya, Îspanya, Îngîltere, Fransa, Elmanya jî giran e.

Li Îtalyayê heya niha derdora 210 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 30 hezarî jî mirine.

Li Îspanyayê jî hate diyarkirin ku heta niha zêdeyî 215 hezar kes bi vîrûsê ketine, ji wan 25 hezar kes mirine.

Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn 124 hezarî derbas kir, jejmara miriyan jî gihişte hezar û 200 kesî derbas kir.

Back to top button