Dewleta dagirker hewl dide vîrûsê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin

Dewleta Tirk a dagirker bi pereyan û Hikumeta Şamê bi rêya balafrxaneyê dixwaze vîrûsê derbasî herêmê bike. Herî dawî dewleta tirk bi pereyan xwest 5 kesên bi vîrûsê ketine derbasî herêmên rêveberiya xweser bike.

Çavkaniyên ji hundirê bajarokê Silûkê ya Girê Spî a dagirkerî ragihand ku dewleta tirk ji 5 welatiyên ku bi nexweşên Corona xwest ku derbasî herêmên rêveberiya xweser bibin.

Çavkaniyê diyar kir ku dewleta tirk ji van kesan re gotiye wê di berdêla vê yekê de pereyan bidin wan.

Lê têkildarî helwesta van kesan agahî ne hat girtin.

Lê tişta diyar ew ku dewleta tirk, ji bo vîrûsê derbasî herêmê bike di nava planên qirêj de ye.

Ji xwe li herêmên bakurê Sûrî yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de, vîrûsa Corona hatibû tesbîtkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid teqez kiribû ku dewleta Tirk kesên bi vîrûsê yên li Tirkiyê ber bi bajarê Girê Spî ve dişîne.

Back to top button