Ji bo hilbijartinên li Tirkiyê dengdanên derveyî welat dewame dike

Ji bo hilbijartinên li Tirkiyê dengdanên li derveyî welat hêjî dewam dike.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ragihand ku rêjeya dengdanê kêm e û ji bo hilweşandina faşîzm û rejîma yek şexsî ji hilbijerêan xwest dengê xwe bide.

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dengdana li derveyî welat beriya çend rojan destpê kir.

Li Brîtanyayê ji bo hilbijartinê li London, Manchester û bajarê Edînboûrgh ê Skoçyayê dengdan dewam dike.

Dengdana li Brîtanyayê wê êvara 7’ê Gulanê bi dawî bibe.

Tevî ku li tevahiya welêt 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene, di nava 4 rojan de tenê 35 hezar kesî dengê xwe daye.

Herî zêde jî li bajarê Londonê deng hatine dayîn.

“Ji bo hilweşandina faşîzmê dengê xwe bidin”

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk, ji roja destpêkirina dengdanê û vir ve hewl dide hilbijêran bigihîne cihên dengdanê.

Koordînasyonê ji bo dengdanê careke din bang li gel kir ku dengê xwe bidin.

Ji Komeleya Çandê ya Karkeran a Koçber Îbrahîm Avcil destnîşan kir ku dengdan ji bo wan berpirsiyariyek e û got:

“Ji bo hilweşandina dîktatoriya yekşexsî, ji bo bidawîkirina rejîma şeftiya faşîst û sîstema derew, mîna li tevahiya cîhanê, li Brîtanyayê jî divê gelê me biçe dengdanê.”

Ahmet Turk: Ev hilbijartin fersendên dîrokî ne

Back to top button