Guven: Ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê, şensekî din tune

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, beriya were girtin diyar kir ku ji bilî têkoşîna li dijî faşîzmê, şensekî din tune ye. Leyla pişt hate girtin jî peyamek da û got:”Heta gelê Kurd azad bibe wê têkoşîna me di her qonaxê de bidome.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, beriya were girtin anî ziman ku “ji bilî têkoşîna li dijî faşîzmê, şensekî din tune ye.

Çareserî bi danûstandinên bi Birêz Ocalan re pêkan e.”

Vîna gel binpê dikin û ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê, rêyeke din a çareseriyê li pêşiya me tune ye.

Guven: Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya herî nêzî rojê ye

Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî ku hate girtin jî peyamek da û got:

Weke jineke Kurd me soz daye gelê xwe. Heta gelê Kurd azad bibe wê têkoşîna me di her qonaxê de bidome.

Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya herî nêzî rojê ye, em jî pir nêzî serketinê ne.

Guven di dewama peyama xwe diyar kir ku jinên Kurd li Parîsê bûn Sara, li Rojava bûn Arîn Mîrkan, Li Başûr bûn Avesta Xabûr, bi berxwedanê hebûna xwe nîşan da û li ser piyan man.

Weke hevalên xwe yên din emê di her qada jiyanê de têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button