Li Silopya gelek ciwan hatin girtin

Polîsên Tirk sîro li navçeyên Silopiya ya Şrinexê û Ceyhana Edeneyê avêtin ser gelek malan, gelek kes binçavkirin.
Her wiha di 29’ê Nîsanê de 15 kesên di êrişên qirkirina siyasî de jî hatibû binçavkirin, hatin girtin.

Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi taybetî li hemberî Kurdan pêleke nû ya zext û zordariyê hatiye destpêkirin.

Ji 25’ê Nîsanê û vir ve bi rengekî girseyî binçavkirin tê kirin.

Li Amed, Stenbol û Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê yên navçeya Silopiyayê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de alavên li malan bi rengekî kêfî hatin belavkirin gelek kes hatin binçavkirin.

Her wiha li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtin.

Di Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê de 5 rojnamevan hatin girtin

Back to top button