Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi giran çeperên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da
Li gorî vê
- Li herêma Zapê
Di 2’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.
Hêzên gerîlayan ji bo xweparastinê li dagirkeran dan.
- Li herêma Metînayê;
Di 28’ê Nîsanê de li herêma Girê Ortê droneke bombebarkirî ket. Gerilaya ev dron desteser kirin.
Di 2’ê Gulanê de jî qadên berxwedanê û çeperên şer ên gerîlayan 17 caran bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.
Her wiha HPG’ê da zanîn dagirker hewl didin çeperên wan yên li Sîdayê bi kepçe û dozeran hilweşînin.