KCK: Netewa demokratîk yekane rêya çareseriyê ye

KCK’ê li ser kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek da û diyar kir, bi vê yekê Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku navenda wê li Rojhilata Navîn e hîn berfirehtir bûye. KCK destnîşan kir ku ew li dijî wan pêkanîn û polîtîkayên ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destwerdana derve de dibînin û got, “netewa demokratîk yekane rêya çareseriyê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Silêymanî de daxuyaniyek da û diyarkir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne hêzên herêmî ne jî hêzên navneteweyî xwedî nexşerêyeke çareseriyê nînin.

KCK diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî El Muhendîs jî encamê vê yekê ye.

KCK’ê anî ziman ku piştî têkçûyîna DAIŞ’ê hêzên li pey serweriyê ji bo desthilatdariya xwe dest bi şer kirin ev yek jî wê Şerê Cîhanê yê 3’emîn a li Rojhilata Navîn girantir û berfirehtir bike.

KCK’ê ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn balkişand li ser paradîgma Rêber Ocalan û got:

Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ne bi netewperestiyê, ne bi mezhebperestiyê, ne bi zayendîperestiya pergala bi serweriya mêr, ne jî bi polîtîka û têgihiştina lîberal, ezezî, berjewendîperest ên modernîteya kapîtalîst ku nirxên civakî ji hev belav dikin bên çareserkirin. Çareserî di projeya netewa demokratîk ku hemû cihêrengiya civakê diparêze de ye.

KOMA CIVAKÊN KURDISTAN-KCK:
DEMA PÊŞ WÊ JI BO GELAN ZOR Û ZEHMET BE

KCK’ê da zanîn ku li Rojhilata Navîn giranbûna rewşa xitimandî ya siyasî û êrîşên li Iraqê nîşan dide ku dema pêş wê ji bo gelan zor û zehmet be.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku ew li dijî destwerdanên derve ne û weha got:

“Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî wan pêkanîn û polîtîkayen e ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destwerdana derve de dibînin. Heta ku gel nekevin dewrê û hêza xwe ya çareseriyê nîşan nedin, divê kes ne li bendê be ku şer bi dawî bibe, aştî û aramî pêk were.”

KOMA CIVAKÊN KURDISTAN-KCK:
DEWLETA TIRK HEWL DIDE JI ŞER Û ALOZIYÊ SÛDÊ WERBIGRE

KCK’ê her weha bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker jî û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze ji alozî, şer û êrîşên ku li herêmê rû didin sûdê werbigire û bi vê yekê şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dijwartir bike.

KCK ‘ê got, “Bangên dewleta Tirk ên ji bo ‘xwînsarî, dijberiya li dijî destwerdana derve û sûîqestan’ hemû jî demagojî ne û ji bo nixumandina rastiya xwe ya dagirker e.”

Leave a Reply

Back to top button