Pentagon: Em nikarin operasyona Tirkiyê ya dijî el Qureyşî, piştrast bikin

Berdekvê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Emerîkayê Patrîck Ryder ragihand ku nûçeyên operasyona dewleta Tirk a li beramberî serçeteyek ê DAIŞ’ê Ebu Huseyîn El Qureyşî, nikarin piştrast bikin.

Berdevkê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Emerîkayê Patrîck Ryder di civîna rojane ya çapemeniyê de pirsa rojnamevanan bersivand.

Paatrick derbarê operasyona dewleta Tirk a li Sûriyê dijî serçeteyê DAIŞ’ê Ebu Huseyîn El Qureyşî de, axivî û got:

“Vê nûçeyê niha nikarin piştrast bikin, ger ku rast be wê bi dilxweşî were pêşwazîkirin.

Ryder li ser pirsa navbera hêzên leşkerî yên her du welatan de peywendiyek heye yan ne, bi ber dayîna li ser Fermandariya Hêzên Emerîkayê yê Ewrupayê, xwe ji bersivdayîna pirsê vedizî.

Serokkomarê faşîst ê dewleta Tirk a dagirker Erdogan, di 30’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bi operasyonekê serçeteyê DAIŞ’ê Ebu Huseyîn El Qureyşî kuştine.

Lê derbarê operasyona dewleta Tirk a beramberî serok û çeteyên DAIŞ’ê de, ti belge û zanînan nehatine bi destxistin.

Back to top button