Li dijî 10 wekîlên HDP’î 13 fezleke hatin amadekirin

Zext û êrîşên dewleta Tirk yên li ser HDP’ê bê navber dewam dikin. Li dijî 10 wekîlên HDP’î 13 fezleke ji Meclisê re hatin şandin.
KONGRA-GEL jî nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê da ku piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP’ê dike û banga yekîtiyê li hêzên demokrasiyê kir.
Li Norwêcê jî Partiya Çep a Sosyalîst ji hikumetê xwest ku zextê li rejîma Erdogan bike ji bo dawî li zextên li ser HDP’ê û Kurdan bîne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zext û êrîşên dewleta Tirk li dijî Kurdan û HDP’ê sînoran nas nake.

Bi fermana desthilatdariya faşîst a AKP’ê, li dijî 10 wekîlên HDP’î 13 fezleke ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ji Meclisê re hatin şandin.

Her wiha fezlekeya 14’an jî li dijî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz hate amadekirin.

Dadgeha Tirk 2 sal û 1 meh ceza li Keşeyê Sûryan Sefer (Aho) Bîleçen birî

Dadgeha Tirk 2 sal û 1 meh ceza li Keşeyê Sûryan Sefer (Aho) Bîleçen bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” birî.

Keşeyê Dêra Mor Yaqûp a Nisêbînê Sefer (Aho) Bîleçen 9’ê çileya 2020’an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevî 10 kesan hatibû binaçvkirin û 10’ê çileye hatibû girtin.

Kongra-Gel: Bila em li dijî faşîzmê xwe bigihînin her kesî û xwe bi rêxistin bikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi sernavê “Rûyê rast ê Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê” daxuyaniyek weşand.

KONGRA-GEL diyar kir ku Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa bûye hevparê sûcên tifaqa AKP-MHP’ê û nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê da ku piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP’ê dike

KONGRA-GEL banga yekîtiyê li hêzên demokrasiyê kir.

Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê ji hikumetê xwest ku zextê li Erdogan bike

Li Norwêcê jî nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk ser HDP’ê zêde dibin.

Herî dawî Partiya Çep a Sosyalîst bi pêşnûmepirsekê doza ji bo girtina HDP’ê û rakirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû xiste rojeva parlamentê.

Partiya Çep a Sosyalîst ji hikumetê xwest ku zextê li Erdogan bike ji bo dawî li zextên li ser HDP’ê û Kurdan bîne.

Wezîra Karên Derve Îne Erîksen Soreîde bersiv da pêşnûmepirsê û diyar kir ku asta ku binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyê cihê fikaran e.

Back to top button