Parêzerên Rêber Apo serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêber Apo, careke din ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca azadiya rêber APO hat destpêkirin jî, bi biryardarî didome. Her wiha Kurdan û dostên xwe ji bo azadiya rêber APO li Swîsreyê, zêdeyî 10 hezar name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Parêzerên Rêber Apo, ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin careke din serî li dozgeriyê ya Tirk dan.

Li ser nerazîbûna raya giştî
, 25’ê Adarê destûr hat dayîn ku Rêber Apo bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re biaxive.

Ev axaftina bi telefonê jî piştî çend deqeyan hatibû birîn

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 132. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî a ji bo azadiya Rêber Apo di roja 132’an de bi koma 27’emîn didome.

Çalakiya li Mexmûrê jî ku bi heman armancê hatî destpêkirin di roja 111’an de ye.

Çalakiya penaperên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 94 an de ye.

Li Amedê tevî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê lidarket

Li gel vê jî tevî astengiya polîsan, bi pêşengiya HDP’ê li Parka Koşûyolû ya Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Mêrsînê KCD’ê Û DBP’ê bi gel re civiya

Li Mêrsînê jî civîn û serdanên bi slogana ‘Em li dijî faşîzmê xwe rêxistin bikin’ ên KCD û DBP’ê didome.

Di vê derbarê de îro li navçeya Akdenîzê li nûnertiya HDP’ê civîn bi gel re hat çêkirin..

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û diyar kir ku di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li ser gel tê kirin..

”Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye”

Parlamentera HDP’ê Songul Dogan û ya DBP’ê Qedrîye Yilmaz jî têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û çalakiyên grevên birçîbûnê axivîn û gotin:

Tecrîda li ser girtiyên siyasî li dijî aştiyê ye û darbeyeke mezin a li dijî demokrasiyê ye.

Divê em ji vê yekê bawer bikin, em ê bikaribin bi ser bikevin. Serkeftina herî mezin bawerî ye.

Back to top button