Hefter bang li hikumeta demkî kir ku çeteyan ji Lîbya derxe

Hebûna hêzên biyanî yên li Lîbya, asoya çareseriya siyasî dixe metirsiyê. Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter bang li hikumeta demkî ya welat kir ku çeteyan ji Lîbyayê derxe.

Mûşîr Xelîfe Hefter destnîşan kir ku artêşa Lîbyayê hîna xurt e û amadekariyên xwe zêde kirine.

Hefter li pêş efserên artêşê wiha got:

“Heta ku serweriya welêt venegere, sînorên wê û baregehên leşkerî û ava hêrêmî bi ewle nebe, wê cenga şeref û rûmetê bi dawî nebe.

Divê hûn her tim amade û hişyar bin da ku hûn erkên xwe yê demê pêk bînin.”

Hefter hêvî kir ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî çeteyan ji Lîbyayê derxe, tedbîrên ewlehiyê deyne û piştigriyê bide hêzên çekdar ên Lîbyayê û saziyên polîsan da ku erka xwe ya pêkanîna aramî û îstiqrarê pêk bînin.

Her wiha li dijî sûcdaran qanûnê ferz bike ji bo ku Lîbya bi ewle bibe.

Back to top button