“Divê kiryarên tundî û qetilkirinê li Sûriyê werin rawestandin”

Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyê teqîna li Cisir Şixor a li bejahiya Idlibê ku di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir û bang kir ku yekser kiryarên tundî û qetilkirinê li Sûriyê rawestînin.

Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyê ya Rêxistinan û Desteyên Mafên Mirovan ku ji 96 rêxistin û desteyan pêk tê têkildarî teqîna li sûka gel a li Cisir Şixor a Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

Teqîna li Cisir Şixor teqîneke giran bû û zirarên wê belav bû.

Divê hemû kiryarên tundî, qetilkirin û xwînrijandina li kolanên Sûriyê, werin sekinandin.

Komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe, yekalî, zelal bi beşdariya nûnerên ji Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyê were avakirin ku hemû binpêkirinên li tevahî Sûriyê aşkera bikin.

Desteyê hemû kiryar şermezar kirin û bang li tevahî aliyên herêmê û navneteweyî kir ku ji bo pêşeroja herêmê bi erkên xwe rabin û çareyeke lezgîn ji krîza Sûriyê re bibînin.

Her weha diyar kir ku divê rêxistin û desteyên têkildarî parastina mafên mirovan li Sûriyê rêbazên ewle û aştiyane pêk bînin û ji bo yekitiya civaka Sûriyê û pêşerojeke demokrat bibin garantiyên rasteqîn.

Back to top button