Duran Kalkan: Rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo di xeteriyê de ye

‘Em di dema herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gumanê wan ê derbarê tenduristî û ewlehiya Rêbertî de zêdetirkiriye.
Kalkan bang li hemû kurd û dostên wan kir ku ji bo Rêber Apo heft salî heta heftê salî bikevin nav seferberiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî Medya Haber TV bû û di ‘Bernameya Taybet” de tecrîda li ser Rêber APO û helwesta CPT nirxand.

Dûran Kalkan destpêkê berxwedana li Îmraliyê silav kir û anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk û hesas de ne.

Dûran Kalkan balkişand li ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir û got:

Bi daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re rewş bêhtir eşkere bû. Rewş gelekî cidî ye.

Ev yek gumanên meyên derbarê tenduristî û ewlehiya Rêbertî de zêdetir kir.

Divê CPT zûtirin demde derbarê mijarê de daxuyaniyek bide an jî parêzer û malbata wî biçin bi rêber APO re hevdîtin bikin.

Ev yek wê hemû tiştî ser û bin bike.

Niha ya zelal ew e ku ti agahî nîne. Têkildarî Îmraliyê ti agahî nîne.”

Duran Kalkan: Tekane hêza aştiyê Rêber Apo ye

Dûran Kalkan bertek nîşanê şîroveyên hil aliyan da û teqezkir ku pirsgirêka Kurd bê Rêber Apo çareser nabe û got:

“Bila kes xwe nexapîne. Bila kes nebêje wekî din jî dibe. Tekane hêza aştiyê Rêber Apo ye.”

Kalkan dazanîn ku rewşa Rêber Apo her kes eleqedar dike û bang li herkesî kir ku derbarê mijarê de baldar tevbigerin.

“Divê ji bo Rêber Apo seferberî were ragihandin”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan helwesta KCDK-E yê ku seferberî ragihandibû mînak nîşanda û got:

“Em gel û tevger di demeke herî awarte ya dîroka xwe ya têkoşînê de ne. Wê demê bi rengekî seferberiyê divê em karibin li hemberî vê rewşê têbikoşin.

Ji heft heta heftê salî bi rastî jî divê em rabin ser piyan.

Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û parastinê, ji bo parastina hebûn û azadiya xwe, heta ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê û ji Rêber Apo, ji girtiyên din ên li Îmraliyê agahiyeke şênber werbigirin, şert e ku bênavber çalakî bêne lidarxistin.

Çawa KCDK-E seferberî ragihand divê ev seferberî li her derê Kurdistan belav bibe.

Back to top button