Şêx El Ferec: Emê bi yekîtiya pêkhateyên heremê êrişên Tirkiyê vala derxînin

Dewleta tirk a dagirker binesaziyên heremê , mizgeft, cihên îbadetê dike armanc. Ji şêxên qebîleya El Weda, Hamid El Ferec û Hevserokê Saziya Olî, Şêx Ebdurehman Şewket derbarê êrişan axivîn. Di axaftinan de hat diyar kirin ku kiryarên Erdogan berdewama kiryarên DAIŞʹê ne. DAIŞ çawa mizgeta hedef digirt îro artêşa Erdogan jî mizgefta bombebaran dike. Lê bi hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê wê planên dagirkeriyê têk biçe.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Rojava dewam dike.

Bertek û helwestê gelê herêmê her diçe zêdetir dibe.

Têkildarî mijarê jî şêxên qebîleya El Weda, Hamid El Ferec û Hevserokê Saziya Olî, Şêx Ebdurehman Şewket axivîn.

Şêx El Ferec diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên li herêmê dê pêşî li êrişên dagirkeriyê bigire û got:

“Em xwediyê dozê ne, mafê me heye em xaka xwe biparêzin û armancên xwe pêk bînin.

Bi hevgirtina gel wê dagirkerî û êrişkarên li ser xaka me têk biçin.”

Şêx Hamid El Ferec tekez kir ku tevahî eşîrên Ereban piştgiriyê didin QSDʹê û wiha got:

“QSDʹê hêza parastinê ye ku tevahî gelên herêmê pişta xwe pê xurt kirine.”

”Dewleta Tirk kiryarên DAIŞ’ê li Sûriyê didomîn e”

Hevserokê Saziya Olî ya kantona Kobanê Şêx Ebdurehman Şewket jî behsa êrişên dewlet Tirk ên li ser cihên olî kir û got: “Erdogan xwe wek xelîfeyê misilmanan nîşan dide, lê kiryarên wî berdewama kiryarên DAIŞʹê ne.

Em hemû bûbûn şahidê wan kesan ku bi pêlavên xwe derbasî mizgeftan dibûn û Qurana pîroz li erdê dixistin. Niha mizgefta bombebaran dikin.

Ne Ol, ne qanûn û ne jî mirovahî van kiryaran qebûl dikin

Xwedayê mezin dixwaze mirov bi gotin û kar durist be. Xwedê qebûl nake ku mirov îdiya îslamê bike lê dûrî olê be.”

Ji Minbicê banga têkoşîna hevpar li Sûriyan hat kirin

Partî û kesayetên siyasî yên li Minbicê jî bi daxuyaniyeke hevpar, bang li sûriyan kir ku dest bi diyalogê bikin da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî û dagirkeriya Tirk li axa Sûriyê bi dawî bikin.

Back to top button