Li kampa Til Semin nexweşiya Sorikê belav bûye

Tevî zehmetiyên koçberiyê û kêmbûna pêwîstiyên jiyanî, nexweşî jî barê koçberan hîn girantir dike.
Rewşa koçberên li Kampa Til Semin bi vî rengî ye.
Li vê kampê êdî nexweşiya Sorik belav dibe.
Û ji ber ku dermanê wê peyda nabe, metirsî heye ku zêdetir belav bibe.

Kampa Til Semin li Başûrê Eyn Îsa û Bakurê Reqayê dikeve.

Tê de zêdetirî 6 hezar koçberên Girê Spî dimînin.

Ev koçber jî tevî zehmetiyên jiyanî, bi nexweşiya Sorikê re rûbirû ne.

Tenê di nava 4 rojên dawîn de, zêdetirî 40 koçber bi nexweşiya Sorikê ketin.

Ji ber dorpêça li ser herêmê, dermanê vê nexweşiyê li kampê peyda nabe û koçber neçar dimînin ku biçin derveyî kampê.

Ji ber vê, Rêveberiya Kampê bi fikar e ku nexweşî zêdetir belav bibe.

Koçbera bi navê Emel El Ehmed dibêje: “Navendên tenduristiyê yên li kampê dermanan pêşkêş nakin û li derve jî pir biha ne.”

Ev nexweşiya “Sorik” nexweşiyeke metirsîdar e û gelek caran dibe sedema mirina zarokan.

Back to top button