Vê şevê beriya çend seatan dewleta Tirk a dagirker gundê Til El Werd ê navçeya Zirganê topbaran kir. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî navçeya Zirgan a kantona Hesekê topbaran kir.
Li gorî nûçegihanê me ji herêmê ragihand gundên li rojhilat û başûrê navçeyê bi hewan û topavêjan hatin topbaran kirin.
Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 4 birîndar bûn
Nûçegihanê me eşkere kir ku ji ber topbaranê li ser gundê Til El Werd endamekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Basil Mihemed Salih hate kuştin.
Her wiha 4 leşker jî birnîdar bûn, navê wan jî wiha ne.
Reyad Şelal Hesen
Amir Eledîb
Zahir Silo
Mihemed Abir
Ehmed Emîl