Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di seatên nîvrojê de gundên Şêrewa û Zirganê topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundên Şêrewa ya Efrînê de 2 zarok birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro di seatên nîvrojê de, gundên li navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Top li gundên Qinêtra, Aqîbê û Soxanekê ketin.
Derûdora 30 topên hawan û obîsan li van gundan ketin.
Di topbarana li ser gundê Aqîbê de, 2 zarokên bi navê Semer Idrîs (4) û Ciwan Idrîs (3) birîndar bûn û ew rakirin nexweşiya Til Rifetê.
Artêşa dagirker gundên Zirganê dan ber topan
Heman demê de, li ser gundên navçeya Zirganê jî topbaran hebû.
Dewleta Tirk a dagirker, gundên Til El Werd û Xirbet Şiîr ên başûrê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.