Bi hezaran şêniyên Dêrikê şehîd Yûsif bi merasîmekê oxirkirin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Yûsif Terkîn (Yelmaz Cizîr) li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdên QSD‘ê Abdullah Kotlo (Tolhildan Xwînrij) û Burhan Yorgan (Dijwar Gever) eşkere kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Yelmaz Cizîr ji pêşiya nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd Yelmaz di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

Back to top button