Li Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Welatî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kirin li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Li Baxçeyê Şehîdan ê li bajarê Kerkûkê di pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî  bi tevlîbûna welatî û beşek ji aliyên siyasî yên Kerkûkê pêk hat.

Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Mihemed Osman daxuyanî xwend.

Di  daxuyaniyê de Mihemed Osman diyar kir ku ew weke Ciwanên Kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û ya Herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku bi her awayî rê nedin van êrîşan.

Piştî daxuyaniyê, gelek axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin, bang li hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî hat kirin li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

Back to top button