Kongra Star a bajarê Helebê bi merasîmekê şehîd Gulê bibîranîn

Di salvegera 10’an a şehadeta Gulê Selmo, Kongra Star a bajarê Helebê merasîmek li dar xist. Li kolana ku Gulê Selmo lê Şehîd bûye, Tugaya Gulê Selmo ya HPC-Jin merasimeke leşkerî li dar xist.

Îro salvegera 10’an a şehadeta endama Rêxstina Kongra Star Gulê Selmo ye.

Ji bo bîranîna şehîd Gulê Selmo, Kongra Star a bajarê Helebê merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de Tugeya Gulê Selmo ya girêdayî HPC-Jin toreneke leşkerî di kolana ku şehîd Gulê Selmo lê şehîd bûye de lidar xist.

hinek dîmenê toranê biherikîne..

Nûnerên partiyan, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Suad Hesen axivî û îşaret bi têkoşîn û berxwedana şehîd Gulê Selmo kir û got: Ji ber ku hevala me Gulê ji bo azadiya jinan têdikoşiya hat hedefgirtin.

Suad soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Her wiha hevala şehîd Gulê Selmo Fatme Mihemed ku endama komîna şehîd Ferzende ye da zanîn ku Gulê Selmo jineke têkoşer bû û şopdarê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan.

Hêjayî gotinê ye, Tugeya Gulê Selmo ya girêdayî HPC-Jin di 25’ê Hezîrana 2015’an, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê hat avakirin.

Nêzî 60 jinên ereb, kurd û turkmen pêk tê.

Back to top button