Cîgerê Endamê Komeleya Siwarên Azadiyê yê Gaziyên Kobanê Ebdilqadir Remî têkilidarî êrîşê dewleta tirk ên li ser herêmê axivî û got: “Em ê her dem li dijî êrîşên tirkiyê li ser piyan bin.
Dewleta Tirk ji hêza gel û hêza gaziyên şer ditirse, lewma êrîş dike.”
Ebdilqadir Remî diyar kir ku roj 15’ê Sibatê rojeke reşe ji hemû gelê Kurd re û got:
“Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî Kurdan destpê kir û komplo heta roja me ya îro jî bi êrîşên dagirkeriyê berdewam e.”
Ebdulqadir Remî destnîşan kir ku di êrîşa delweta Tirk a dagirker ya li ser cihê Federasyona Gaziyên hevrêyên me Sorxwîn û Azadî şehîd bûn.
Her wiha Ramî dazanîn ku em ê heta dawiyê li pey wê berxwedaniya ku Sorxwîn û Azadî li pey xwe hiştî, bimeşin.
Di dawiyê de Remî anî ziman ku ,ewê heta dawiyê li hemberî hovîtiya dewleta Tikiyê li ser piyan bin.