190 roj in li Siwêdayê xwepêşandanên gelêrî li dijî hikûmeta Şamê didomin

Rêvebera Navenda Ragihandina Serhildanê ya Siwêdayê da zanîn ku xwepêşandanên gelêrî yên li dijî hikûmeta Şamê li Siwêdayê bi heman israr û îradeyê didomin û got: “Amadekarî ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî ber bi damezirandina rêveberiyeke civakî ve, tê kirin.”

Xwepêşandanên gelêrî yên li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyê li dijî siyasetên hikumeta Şamê û binketina wê di çareserkirina krîzên li Sûriyê de, ev demeke dirêje didomin.

Lê dîsa jî hikûmeta Şamê van xwepêşandêran paşguh dike û siyasetên xwe didomîne.

Çalakvana ji Siwêdayê û rêvebera Navenda Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê Erîc Neîm derbarê xwepêşandanan de axivî.

Erîc Neîm diyar kir ku ev 190 roj in xwepêşandanên wan didomin û got:

“Bersiva hikûmeta Şamê li hember xwepêşandanan, buhakirina nirxê sotemenî û xwarinê bû.

Hikûmeta Şamê hewl dide bi rêya komên girêdayî xwe fitneyê di navbera şêniyên Siwêdayê de derbixe.

Herêma başûrê Sûriyeyê bûye herêma derbasbûna qaçaxçiyên hişbir û kaptagonê.”

Erîc Neîm: Hikumeta Şamê nikare çareseriyan pêşkêş bike

Erîc anî ziman ku hikumeta Şamê piştî 13 salan ji şer nikare çareseriyan peyda bike û wiha pê de çû:

“Ji ber vê yekê alozî kûrtir bû.

Hêrs û xemgînî li nav tevahî gelê Sûriyê belav bû.

Şênî ji hikumetê bê hêvî ne.

Ji ber wê jî sazî tev li xwepêşandanan bûn û şepêlên siyasî ava kirin.”

“Li Siwêdayê amadekariya damezirandina rêveberiyeke civakî tê kirin”

Çalakvana ji Siwêdayê Erîc Neîm diyar kir ku Siwêda ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî bi rêveberiya seroketiya ruhî amadekariyê dike û wiha domand:

“Hîn jî serhildan rêyên nû yên xebata siyasî, şoreşgerî, sivîl û aştiyane encam didin.

Di wê bedena siyasî de hemû nêrîn û pêkhate hatine yekkirin.

Amadekarî ji bo avakirina bedeneke siyasî ya yekbûyî ber bi damezirandina rêveberiyeke civakî ve, tê kirin.”

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de Kongreya MSD’ê hate pîrozkirin

Back to top button