“Başûr reweşke metirsîdar dijî, bêdengiya hikumet û parlemenê gumanan zêdetir dike”

Der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, çalakvanên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hikumeta herêmê bêdeng e, ji ber lihevkirinên wê yên aborî û leşkerî bi Tirkiyê re hene. Mamosteyên zanîngehan jî da xuyakirin ku li şûna Kurd parastina yekîtiya neteweyî bikin, hin alî hevkariya şerê li dijî gelê Kurd dikin. Hikumeta Iraqê jî ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê, berî dide NY, Konseya Ewlekarê û Komkara Welatên Ereban.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, çalakvan û çavdêrê siyasî Elî Oremarî diyar kir ku Başûrê Kurdistanê rewşeke metirsîdar dijî û bêdengiya hikûmet û Parlamenê, gumanan zêdetir dike.

Oremarî got:

“Ji ber hikûmeta Başûr li gel dewleta Tirk lihevkirinên aborî û leşkerî kirine, bêdeng û bêhelwest maye.”

“Çawa Tirkiye sibata 2008 Başûr dagir kir û têk çû, niha jî wê bi ser nekeve”

Oremarî bal kişand ku çawa dewleta Tirk Sibata 2008’an Başûr dagir kir û piştre têk çû, niha jî wê bi ser nekeve.

Çalakvan û çavdêrê siyasî Elî Oremarî da xuyakirin ku pêkan e dewleta Tirk di demên pêş de êrîşî Mûsilê jî bike.

“Iraq xwedî serwerî ye, nabe Tirkiye bi ti behaneyê wê dagir bike”

Mamosteyê Zanîngeha Raperînê Aras Hesen jî diyar kir ku Iraq, welatekî xwedî serwerî ye. Nabe dewleta Tirk bi ti behaneyê wê dagir bike û da zanîn ku dewleta Tirk, bi hevkariya hêzên herêmî ên Başûrê Kurdistanê, daxwaze herêmê dagir bike.

Aras Hesen got:

“Ti peywendiya Tirkiyê bi hebûna PKK’ê ve tune ye. Xewna wê ew e ku mîsaqî Millî nû bike û wîlayeta Mûsil careke din tev li nexşeya xwe bike.”

“Hin aliyên Kurdî, hevkariya şerê li dijî helê Kurd dikin”

Aras Hesen anî zimên: “Li şûna ku Kurd, parastina yekîtiya neteweyî bikin, hin alî, bi dewletên herêmê re hevkariya şerê li dijî gelê Kurd dikin.”

Mamoste Aras Hesen teqez kir ku, referandûma Başûrê Kurdistanê, Tirkî bû, ne Kurdî bû. Şerê ku niha rû dide, encamên wê ne.

Li şûna ku PDK’ê destekê bide çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker, welatiyan diçewisîne.

“PDK,Pêşmergeyên roj li dijî şêniyên Şêladizê bi kar tîne”

Parlamenter Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn jî diyar kir ku PDK’ê, Pêşmergeyên Roj li dijî şêniyên Şêladizê yên ku nerazîbûnan li dijî êrîşên Tirkiyê nîşan didin, bi kar tîne.

Hikumeta Iraqê: Divê NY, Konseya Ewlekariyê û Komkara Welatên Ereban êrîşan rawestîne

Hikumeta Iraqê jî ji bo rawestandina êrîş û bombarankirinên Tirkiyê, berî dide NY, Konseya Ewlekarê û Komkara Welatên Ereban.

Back to top button