Xalid Mehcûb: Dema hikûmeta Wîfaqê qedîyaye

Piştî êrîşên hewayî li dijî hêzên dewleta Tirk ên li baregeha Wetiya, çavkaniyên xwecihî ragihand ku Tirkiyê dest bi kişandina jimareke mezin ji hêza xwe ya li vê baregehê kiriye. Ji bo diyarkirina planên dema pêş jî, fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe hefter, civînek bi fermandarên artêşê re li dar xist.

Berpirsê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku dema hikumeta Wîfaqê bihuriye û artêşa niştimanî amade ye gelê Lîbyayê ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêze.

Mehcûb teqez kir ku bajarê Sêrtê ji bo wan xêzeke sor e û da zanîn ku Tirkiye serwerekî leşkerî ji bo Terablusê destnîşan kiriye û bi vê yekê dixwaze destwerdana xwe berfireh bike.

Xalid Mehcûb destnîşan kir ku dewletên Ewrûpayê jî, destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê red dikin.

Piştî êrîşên asmanî li ser hêzên dewleta Tirk ên li baregeha Wetiya, Tora Al-Arabia eşkere kir ku jimareke mezin ji hêzên dewleta Tirk, ji vê baregehê vekişiya.

Ji bo planên dema pêş Hefter bi fermandarên artêşê re civiya

Di heman çarçoveyê de, duh fermandarê giştî yê artêşa niştimanî, muşîr Xelîfe Hefter, bi serokerkan, rêveberên giştî û rêveberên odeyên operasyonên leşkerî re civiya.

Di civînê de, amadekarî, planên qonaxa pêş û erkên li ser artêşê hatin niqşkirin.

Ev civîn, bi armanca diyarkirina tevgera artêşa niştimanî, ji bo rûbirûbûna destwerdana leşkerî ya Tirkiye û çeteyên wê, hat lidarxistin.

Enqerê, dewletên Ewrûpayê bi destekdayîna Hefter tawanbar kir

Li aliyê din, wezîre derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Fransa û çend dewletên Ewrûpayê, bi destekdayîna artêşa Lîbî bi çekan, tawanbar kir.

Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê de, li gel nûnerê bilind ê ewlehî û siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê José Borrell, daxwaz ji Parîsê kir ku lêborînê ji Enqerê bixwaze.

Borrell jî daxwaza pêkanîna xalên peymana Berlînê û biryarên navneteweyî yên girêdayî wê kir.

Back to top button