Rojnameya The New York Times: Ji ber planên Erdogan bajarê Heskîf ê dîrokî li ber hilweşînê ye

Rojnameya “The New York Times” hişyar kir ji ber planên Erdogan wê bajarê Heskîfê yê dîrokî bi temamî binav bibe û ragihand ku Tirkiyê bi ava bendava Ilisû 70 hezar niştecihên herêmê koçber dike.

Rojnameya Amerîkî raporek li ser Bendava Ilisû ya ku hikumeta faşîst AKP’ê li ser Çemê Dicleyê ava dike û gelek herêman bi taybet Heskîfa dîrokî di bin avê de dihêle, weşand.

Rojnameyê, ragihand ku gelek şûnwarnas û jîngehnasan xemgîniya xwe ji bo tunekirina vî bajarê dîrokî anîn ziman, lê hewldanên wan ên rizgarkirina vî cihê dîrokî ji ber dîktarorî û desthilatdariya Erdogan têk çûn û bi ser neketin.

Bendava Ilisû ku 65 km dûrî sînorê Iraqê ye, lêçûna wê jî bi qasî milyarek û 600 milyon dolar e.

Ne tenê avakirina vê bendavê, Dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya Erdoganê faşîst, di dema dawî de çeka avê li dijî şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bikartîne, ku ava Firatê kêm kiriye û ava Elokê ji ser şêniyên herêmê qut kiriye.

Back to top button