QSD:li gorî lihevkirinê, şervanên me ji Serê Kaniyê derketin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku, di çarçoveya lihevkirina çêbûyî de, wan hemû şervanên xwe ji bajarê Serê Kanyê vekişandin.

Artêşa Tirk a dagirker 9’ê Cotmehê bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê, êrişî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Di vê êrişê de, bi dehan balafir, sedan tank, top û her cûreyên çekên giran hatin bikaranîn.

Her wiha bi deh hezaran çeteyên DAIŞ û El Nusra ku ji aliyê Erdogan ve hatin perwerdekirin, cihê xwe di êrişan de girtin.

Li hemberî 110 hezar esker û çete, hejmareke kêm ji şervanên QSD’ê berxwedaneke mezin nîşan didin.

Herî zêde jî li Eniya Serêkaniyê.

Bi sedan çeteyên wê hatin kuştin.

Panzêr û erebeyên wan hatin tenqandin.

Çi kirin nekarî xwedîderketina gel li şervanan asteng bikin.

Lewma artêşa dagirker a li Serêkaniyê derbên giran xwarin, ji sînorê hovîtiyê derbas bû û dest bi komkujiyan kir.

Bi balafiran êrişî sivîlan kir.

Di encama vê komkujiyê de bi dehan sivîl şehîd bûn.

Li dijî zarok û jinan, çekên qedexekirî bikar anîn.

Bi van êrişên hovane jî dewleta Tirk nekarî bighêje armanca xwe û ji bo vê yekê, careke din xwe avêt himbêza Emerîkayê.

Serokê Emerîka Trump ê destûra êrişa li dijî Rojava da dewleta Tirk, 17’ê Cotmehê di bin navê “agirbestê” de ket nava hewldanên rizgarkirina Erdogan.

Di rewşeke wiha de Hêzên Sûriya Demokratîk eşkere kir ku ji bo parastina gel ji komkujiyên dewleta Tirk, wê hêzên wan li herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bikevin rewşa xweparastinê.

Ango ragihandin ku ew ê agirbestê qebûl bikin.

Ev qebûlkirn herî zêde jî ji bo Serêkaniyê bû.

Lewma li vî bajarî ji ber êrişên dijwar ên dewleta dagirker û rewşa dorpêçkirinê, jiyana bi sedan sivîl û birîndaran di xeteriyeke mezin de bû.

QSD’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew tenê ji bo pêşî li komkujî û qirkirina gel were girtin, lihevkirina “agirbestê” qebûl dikin.

Li gorî vê yekê, Berdevkê QSD’ê Kînp Gabrîel ragihand ku di çarçoveya lihevkirinê de wan şervanên xwe ji Serêkaniyê derxistine.

Leave a Reply

Back to top button