Dadgeha Federal biryara jimara kursiyên herêmên hilbijartinê da

Dadgeha Federal ya Iraqê 11 kursiyên kotayên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê betal kir û jimara kursiyên parlamentoyê bû 100.

Dadgeha Federal ya Iraqê 11 kursiyên kotayên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê betal kirin.

Li gel vê yekê hêjmara kursiyen parlamentoyê ku 111 kursî bûn, daket 100’î.

Herwiha dadgehê biryar da ku wê li Herêma başûrê Kurdistanê çar herêmên hilbijartinê hebin.

Ew jî

Herêma Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ne.

Li gorî van herêman jî jimara kursiyan wiha ye.

Hewlêr 34, Silêmanî 38, Duhok 25 û Helebce 3 kursî.

Dadgeha Federal a Iraqê ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên li 4 herêmên hilbijartinê çendîn car rûnişt lê rûniştinên xwe paş dixist.

Di rûniştina dawî ya Dadgeha Federal ya Iraqê de îro biryara xwe ya dawî da.

Biryara Dadgeha Federal ya Iraqê biryara dawî ye û gilî li ser nayê kirin..

Back to top button