Balafirên Tirkiyê Amêdiya Dihokê bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê êrîş birin Dihoka Başûrê Kurdistanê, tê gotin ku di encama êrşîşê de 2 sivîl şehîd bûne.

Îro di saetên şevê de, balafirên dewleta Tirk li komelgeha Bagêre ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya li parêzgeha Dihokê êrîş bir ser tirimpêleke sivîlan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama êrîşê de tirimpêl bi temamî hatiye şweitandin.

Tê gotin jî ku 2 kes yên di tirimpêlê de şehîd bûne.

Duh jî Balafirên şer ên dewleta Tirk 3 caran bajarokê Mangeşk ê Dihokê bombebaran kiribû û ziyan gihiştin herêmê.

Back to top button