Di xwepêşandanên li Siwêdayê de Kongreya MSD’ê hate pîrozkirin

Xwepêşandanên li Siweydayê yên bi armanca Sûriyeke ne-navendî dewam dike.
Vê carê di xwepêşandanan de Siweydayî kongreya MSD’ê pîroz kirin.

Îro jî Siwêdayî bi girseyî ji gund û bajarokn Siwêdayê kom bûn û berê xwe dan qada El Kerama.

Di xwepêşandana îro de Siwêdayî kongreya MSD’ê ya 4’emîn pîroz kirin û cardin banga hilweşandina rejîma Esed kirin.

Hêzên hikumeta Şamê Başûrê Idlibê topbaran kir

Li aliyekî din jî Hêzên Hikumeta Şamê bi çekên giran li eniyên Keban yên çiyayê El Ekrad gundên li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha gundên Kefer Eme û Kefer Tial ên li rojavayê Helebê hatin topbarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku beriya 2 rojan, 2 efserên hikumeta Şamê di topbarana çeteyên Tehrîr El Şam a li dijî noqteyên hikumetê ya li başûrê Idlibê de, hatine kuştin.

Di êrişa hikumeta Şamê li dijî Idlibê de 14 kes birîndar bûn

Back to top button