Kerkûk-Di hejmartina dengan de 20 hezar dengên din li dengê Kurdan zêde bûn

Jimartina dengdana taybet li nav bajarê Kerkûkê bidawî bû.
YNK’ê ragihand ku “Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye” ji wan sindoqan 20 hezar deng bidest xist.

Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê YNK’ê Şêrzad Semed têkildarî zêdebûna dengên “Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye” wiha got:

“Jimartina dengên 112 sindoqan temam bûn.

Di jimartina dengên taybet de Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye di 112 sindoqan de 20 hezar dengên din bidest xist.

Lê heta niha di aliyê zêdebûna kursiyek ya YNK’ê de van dengan tu guhertin çênekiriye.”

Semed da zanîn ku tîmên wan bi hesabkirin û jimartina dengan li gorî sîstema Sant Ligo ve mijûlin û got:

“Îhtîmal heye ev dengên zêdebûne guhertinê di kursiyên YNK’ê de çêbike û kursiyek zêde bike.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piştî 10 salan di 18’yê Kanûnê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hate lidarxistn.

Ji 16 milyon dengdêran, 6 milyon û 599 hezar û 668 welatî tevlî proseya hilbijartinê bûn.

Ev jî tê wateya rêjeya tevlîbûnê di sînorê sedî 41 de ma.

Dengên hilbijartina encûmenên parêzgehan bi dest tên hejmartin

Back to top button