QSD’ê tora sîxurtiyê ya berpirsê şehîdbûna Şervîn û hevalên wê girt

Hêzên QSD’ê di tinekirina tevna sîxuriya li herêmê de bi israr e.
Ji bo derxistina sîxurên ku bûne sedema şahadeta şervanan jî xebatên xwe berfireh kiriye.
3 şervanên YPJ’ê 15’ê Îlona 2023’an şehîd bûbûn.
Yek ji wan jî endama Fermandariya Meclisa leşkerî ya YPJ’ê Şervîn Serdar bû.
QSD ragihand ku sîxurên plana kuştina van hevalan pêk aniyî, hatine girtin.
Her wiha eşekere kir ku wê mikurhatinên van sîxuran jî di demeke nêz de bi raya giştî re were parvekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê girtina toreke sîxurtiyê ragihand.

QSD di berfirehiya daxuyaniyê de weha got:

Tîmên operasyonên hevbeş tora sîxurtiyê ya ji 4 çeteyan pêk tê girt.

Tor sîxurtiyê ji îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker re xizmet dikir.

Destên wan di şehîdbûna endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê Şervîn Serdar, hevrêyên wê Canda Cûdî û Nûcan Ocalan de hebûn.

Ew her 3 şervan 15’ê Îlona 2023’an şehîd bûbûn.

QSD’ê diyar kir ku tora sîxurtiyê li xwe mikur hat ku wan bi awayekî birêxistinkirî li gorî perspektîfên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ev sûc kirine.

QSD’ê anî ziman ku piştî lêpirsîn û şopandina agahî û belgeyan, tîmên operasyonên hevbeş agahî li ser vê tora xayîn û çete kom kir.

Piştre bi ser wan çeteyan de girtin.

QSD’ê dawiyê rangihand ku wê lixwe-mikurhatinên torê bi awayekî hûrgilê dema pêş de wê bên parvekirin.

Beriya niha jî QSD’ê toreke sîxurtiyê girt û mukirhatinên wan belav kiribû.

Back to top button