PDK’ê 2 meh in rojnamevan Silêman Ehmed dîl girtiye

Rojnamevan Silêman Ehmed du meh berê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û niha dîl girtiye.
Kes nizane bê ka PDK’ê çima ew revandiye. Ji ber heta niha jî destûrê nadin ku ti kes biçe hevdîtinê bike.
Tevî hemû bangan jî PDK Silêman Ehmed bernade û fikarên derbarê jiyana wî de jî zêde bûne.

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji Efrînê, piştî ku bajarên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, ji neçarî bi malbatî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûn.

Silêman Ehmed jî sala 2019’an derbasî başûrê Kurdistanê bû 5 sal in li Silêmaniyê edîtorê ajansa Rojnewsê ye.

Ji ber wefata bavê xwe serdana malbata xwe kir û di vegerê de roja 25’ê Cotmehê li deriyê Pêş Xabûrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin.

Hefteyek piştî windabûna wî, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û piştrastkir ku wan Silêman Ehmed revandiye.

PDK’ê bi awayekî korsanwarî ev dîl girtiye û du mehin destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat serdana wî bikin.

Kes nizane pdk’ê çima silêman ehmed revandiye

Heta niha jî nayê zanîn bê ka PDK’ê ji ber çi sedemê Silêman Ehmed revandiye û bi çi tê tawanbar kirin.

Du meh in tevî bangên saziyên têkildar û rojnamevanan jî PDK ti bersivê nade.

Kiryarên PDK’ê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye

Ev kiryarên PDK’ê yên ku li ser daxwazên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Kurdan pêk tîne rê li ber nerazîbûnên mezin vekiriye.

PDK ya ku ti qanûn û pîvanên herêmê û Iraqê pêk nayne bi heman awayî qanûnên navnetewî jî binpê dike û eşkere sûc dike.

Fikarên derbarê jiyana Silêman Ehmed de zêde bûne

Di serî de malbata wî, fikarên saziyên têkildar û yên parastina mafê mirovan ên derbarê Silêman Ehmed de roj bi roj zêde dibin.

Kurd û saziyên pêwendîdar bang li PDK’ê dikin ku dest ji van kiryarên xwe yên li dijî rojnamevanan û kurdan berde û rojekê zûtir Silêman Ehmed berde.

58 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button