Iraqê bêtirî 52 milyar dolar tazmînat da Kuwêtê

Ji bo Iraqê di warê aborî de, berdêla şerê Kuwêtê giran bû. NY ragihand ku Iraqê tevahiya tazmînata şerê dagirkirina Kuwêtê dayê. Iraqê bi giştî 52 milyar û 400 milyon dolar tazmînat da Kuwêtê.

Komîsyona Tazmînatê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî civîna li Cenevê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku di 13’yê Çileyê de Iraqê tazmînata şerê dagirkirina Kuwêtê temam kir.

Piştî ku rejîma Baas a di bin serokatiya Sedam Hisên de, di sala 1990’an de Kuwêt dagir kir, 2 milyon û 700 hezar gilî pêşkêşî Komîsyona Tazmînatê ya NY hatibû kirin.

Ji Iraqê daxwaza 352 milyar dolar tazmînat dikirin.

Piştî vê giliya zêde, Komîsyona Tazmînatê ya NY milyonek û 500 hezar gilî erê kir û 52 milyar û 400 milyon tazmînat xiste ser Iraqê.

2’ê Tebaxa 1990’ê hêzên Iraqî êrîşî Kuweytê kirin.

Bi dagirkirina Kuweytê re, Iraqê bo xwediyê ji sedî 20 yê nefta cîhanê.

Konseya Ewlekariya NY ev yek bi carekê de şermezar kir û di 6’ê Tebaxê de, qedexeya li ser bazara Iraqê sepand.

Back to top button