Siyasetmedarên jin ên Awropayê ên ku di 15’ê cotmehê de tevlî kongreya Partiya Çep a Kesk a 4’emîn bibûn. derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna tevgera jinên kurd de axivî.
Endama Parlamentoya Katalanyayê û ji Komîsyona Karê Derve ya Namzetiya Yekitiya Populer (CUP) Yûlaliya Rêgwant kora di 15’ê cotmehê de tevlî kongreya Partiya Çep a Kesk a 4’emîn bû.
Rêgwant kora diyar kir ku tecrîd rewşek dijmirovî û sûcekî şere û wiha got:
Tecrîd bêguman rewşek li dijî mafê mirovane.
Ji ber vê jî di asta navneteweyî de divê mirov li dijî hikûmeta Tirk bikevin tevgerê.
Divê bi awayekî vê bikin navenda xwe û zextan pêk bînin.
Yûlaliya da zanîn ku civaka navneteweyî bi dewlrta Tirk re dikeve hevkariya suc û vê pirsgirêkê çareser nake û wiha domand:
Hevkariya civaka navneteweyî ya bi Tirkiyê re vê pirsgirêkê çareser nake.
Tecrîdkirin û girtina Birêz Abdullah Ocalan pêşî li aştiyê digire.
Fransîska Stîr: Tevgera jinên Kurd bandoreke mezin li me kir
Sekretera Giştî ya BastA’yê Fransîska Stîr jî diyar kir ku têkoşîna tevgera jinên kurd bandoreke mezin li Swîsreyê kir û wiha got:
Grevên jinan bandoreke mezin li ser gelek komên çepgir û femînîst kir.
Bi vê yekê re me paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bêhtir nas kir.
Ji ber ku gelemperiya jinên femînîst ên rojavayî tenê li ser keda jinê û bedena jinê disekinin.
Lê tevgera jinên kurd pir hûr û kûr li ser pirsgirêkên jin, xweza û civakî disekine.
Fransîska Stîr anî ziman ku ji bo tevahî jin bi hev re têbikoşin bangawaziya herî baş “Jin, jiyan, azadî” ye û wiha bi dawî kir.
Ez bangawaziya mezinkirina têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û Ewropayê di vê dirûşmê de dibînim.
Li her devera cîhanê têkoşîna jinan li dijî kapîtalîzm û baviksalariyê heye.
Heger em bibin yek, em ê bikarin li dijî wan şer bikin.
”Tecrîd nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji sembola rêya azadiyê ye”