Leyla Guven: Divê Mesûd Barzanî vê şerî rawestîne

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Mûrat Sarisaç li Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistin û nerazîbûn nîşanî êrîşên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê dan.
Leyla Guven diyar kir ku ev lîstik bi destê MÎT’ê pêk tên û bang li Mesûd Barzanî kir ku pêşî li şerê navxwyî bigire û nehêle ku MÎT xwe li başûr bi cih bike.

Li Bakûrê Kurdistanê jî têkildarî daxuyaniya Barzanî, egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê,

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Mûrat Sarisaç daxuyanî dan.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di pêvajoyek wisa kirîtîk de ku kurd nêzê azadiyê bûne, divê partiyên kurd ne ji bo şerê navxweyî ji bo destxistina statuya Kurdan karbikin.

Bayindir bang li rewşenbîr, siyasetmedar, rûspiyên Kurdan kir, ku li pêşiya şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurd bibin asteng.

Her wiha bang çapemeniya Kurd kir ku pênûs û gotinên xwe ne ji bo gurkirina şer ji bo vemirandina agir bikarbînin.

Leyla Guven: Ji ber ku em nabin yek em tên kuştin

Leyla Guvan jî axivî û diyar kir ku ew van lîstika baş dizanin, dewleta Tirk bi vê rengî dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qir bikin.

Leyla Guven bi bîrxist ku dijminê Kurdan ti carî nabin dostê Kurdan û banga diyalog û yekîtiya Kurdan kir.

Leyla Guven helwesta Mesud Barzanî ya ku Başûrê Kurdistanê tenê axa xwe dibîne rexnekir û başûr axa hemû kurdan e.

Guven destnîşan kir ku divê dawî li aloziyê bê anîn û yekîtiya neteweyî ya Kurdan bê pêkanîn.

Back to top button