Welatiyên bajarê Helebce çalakiyek li dar xistin

Welatiyên bajarê Helebce û yên bajarokê Qeladiz li dijî hewldanên PDK’ê yên şerê navxweyî çalakî li dar xistin.

Li bajarê Helebce welatî li dijî hewldana şerê navxweyî çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de çalakvanê civaka sivîl Mamosta Mihemed Hemereza daxuyanî xwend û got,

Dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi hemû awayî ji bo pêxistina şer û aloziyên di nava zarokên me de bi planan ve mijûl in.

Nexşe û plana herî nû ji aliyê Erdogan û MÎT’a Tirk ve ji bo geşkirina agirê şerê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye.

Bi taybet piştî şikestina Erdogan a di operasyona Heftînê de, ev hewldan tê kirin.

Her wiha daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku hemû derfetên xwe ji bo pûçkirina planan dagirkeran bixin tevgerê.

Şêniyên bajarokê Qeladizê çalakiyek li darxistin

Şêniyên bajarokê Qeladizê ên herêma Raperînê jî duh li dijî hewldanên derxistina şerê navxweyî çalakiyek li dar xist.

Şêniyan bang li tevahî aliyên Kurd kir ku li hev rûnin, van aloziyan çareser bikin û rê li pêşiya şer bigirin.

Back to top button