Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li bajaroka Kansafrê de sivîlek hat kuştin

Li Idlibê, di encama topbarana hêzên hikumeta şamê, bajaroka Kansafrayê de, sivîlek hat kuştin û sê sivîl jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro hêzên hikumetê, herêmên Fitêra, Kansafra û Sifohn yên başûrê Idilbê topbaran kir.

Çavdêriyê da zanîn ku di encama tobaranê de, li bajaroka Kansafra sivîlek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê destnîşan kir ku hêzên hikumetê, êrîşî bargeheke çeteyan yê li bajarê El- Bara yê li gundewarê başûrê Idlibê kir.

Di encamê de du çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kiribû ku duh di êrîşên çeteyên Tirkiyê li eniya Mihwer EL-Foj 46 li Rojavayê Heleb û li eniyên gundewarên rojhilatê Idlibê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Back to top button