Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo cara duyemîn, xwe weke namzetê serokomariya Amerîkayê ragihand.
Joe Biden îro Sêşemê, di temenê 80’î de, bi fermî ragihand, ew ê dest bi pêngava hilbijartinê ji bo sala 2024 bike.
Biden li ser twitterê vîdyoyek belav kir û wiha got: “Her nifşek rastî kêliyekê tê, ku tê de divê parastina demokrasiyê bike û parastina azadiya xwe bike.
Ez guman dikim, ev kêliya me ye.
Ev sedem e ku ez careke din xwe weke namzet radigihînim.
Bi vê yekê Joe Biden dibe mezintirîn kes bi pêngava hilbijartinê ya serokatiya Amerîkayê radibe.