Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, îro Sêşemê civîneke çaralî di navbera wezîrên parastinê yên Rûsiya, Îran, Tirkiye û Sûriyê de hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di vê civîna li Moskowyê de, kêşeyên ewlekariya herêmî hatin guftûgokirin û wiha hat gotin:
“Wezîrê parastinê Sergei Shoigu bi wezîrên derve yên Îran Mihemed Riza Aştiyanî, yê Sûriye Elî Ebas û yê Tirkiye Hilûsî Akar re, dosyayên hevkariyê û şêwazê garantîkirina ewlekariya cîhanî û herêmî, nîqaş kirin.
Rewşa Sûriye rojeva serkeke ya civînê bû û li gorî wezareta Rûsî, mijarên destekdayîna ewlekariyê û têkbirina terorê, herwiha asakirina têkiliyên Sûriye û Tirkiyê hatin dest-girtin.
Ajansa Sana ya hikumeta Şamê jî ragihand, di civînê de, mijara vekişandina hêzên Tirkiye ji xaka Sûriyê û pêkanîna lihevkirina taybet bi rêya M4, hatin nîqaşkirin.



