Piştî komkujiya li dibistanek a Teksasê qewimî, Komarparêz û Demokratan ji bo ku di zagona çekan de reform bê çêkirin, li ser pêşniyarekê li hev hatin.
Tenê guhertinên biçûk tên plankirin.
Li ser zêdebûna şîdeta bi rêya çekan a li DYA‘yê partiya deshilat û mixalîf li hev kombûn.
Ggotûbêjkerên Demokrat û Komarxwaz ên li Senatoyê ku derbarê zagona çekan de, despêkirî her çiqasê biçûk bin jî di mijara tundkirina wê de li hev kirin.
Li gorî li hevkirinê firotina çekan ya ji bo kesên temenê wan jêrî 21 salî tê qedexekirin.
Balkêşe, temenê her yek ji kujerên ku di êrîşên dawîn ên li supermarketa Bûffaloyê bûyî sedema mirina 10 kesan û li Ûvalê û Teksasê jî li dibistana seretayî bû sedema mirina 21 kesan, 18 salî bûn.
Peyman di heman demê de ji bo zagona pêşî lêgirtina şîdeta bi çek a li eyaletên DYA’yê bêxin meriyetê, wê bi pere standinê re bi encam bibe.
Ev wê kirîna çekan ji mirovên ku wekî potansiyela şîdetê pê re heyî tên hesibandin hêsan bike, ewlehiya dibistanan baş bike û bernameyên tendirustiya mejî teşwîq bike.
Wekî din, bêtir mirovên ku çekan difroşin wê hewce bike ku destûrnameyên firoşyarên federal werbigirin û ew jî wê hewce bike ku paşeroja kesên çekan dikirin kontrol bikin.
Pêşniyara gotûbêjkeran gelekî dûrî asta xwestekên heyî ye û hemû tedbîrên ku tên fikirîn nagire nav xwe.
Ji vir û şûnde divê Nûnerên Meclîsan vê mînakê bipejirînin û Serokê DYA’yê Joe Biden jî îmze bike.
11’ê Hezîranê bi dehezaran kesî li Washîngtonê û bajarên din ên li DYA’yê, ji bo krîna çekan bê zehmetkirin xwepêşandan pêk anîbûn.



