Komîteya Rêveber a PKK’ê: Weke gel û gerîlla, em pêvajoyeke nû ya canbexşiyê pêşwazî dikin

Doh li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tevî êrişên dijwar jî gelê Kurd, li ber siyaseta tecrîdê rabû.
Komîteya Rêveber a PKK’ê ev yek weke gaveke pîroz binav kir û got,
Divê dengê li dijî tecrîd û faşîmza AKP-MHP’ê li her qadê bilind bibe.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgera wan bi ketina meha Hezîranê re, pê vajoyeke nû ya canbexşiyê pêşwazî dikin.

Komîtê îşaret bi wê yekê kir ku tevî berxwedana dîrokî ya gerîlla, gelê Kurd û dostên xwe jî li her deverê dengê xwe li dijî faşîzmê bilind dikin û got;

Eşkere ye ku dewleta Tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî berxwedana gerîlla derbên giran dixwe.

Lewma faşîmza AKP-MHP’ê ji bo xwe li ser piyan bigre, ketiye nava hewldanên nû.

Ji aliyekî ve li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, li aliyê din jî êrişî gel û hêzên siyaseta demokratîk dike.

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ber Rûsya û NATO digere

Ji ber ku bi van rêbazan nekarî têkçûyîna xwe asteng bike, niha li ber NATO û Rûsyayê digere.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku faşîzma Tirk ketiye pey wê firsendê ye ku careke din êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike û got:

Her çi bike jî faşîmz wê nikaribe li ser piyan bimîne. Zap û bi temamî Kurdistan wê rê nede rêjîma qirker.

Berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê, sekna bi rûmet a gel û gerîllayên me rê pêvajoyek nû vekirin.

Êdî wisa lê hatiye ku mejiyê qirker û faşîst li binê erdê bixe.

Fermandar û şervanên leheng ên HPG û YJA Starê li her deverê derbên kuştinê li faşîzmê didin.

Çawa ku siyaseta rêjîma faşîst a dijminê Kurdan heta niha têk çûye, ji niha û pê ve jî wê her mehkûmê hilweşînê be.

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê, em dengê xwe bilind bikin

Eşkere ye ku yekane rêya serkeftin û serfiraziyê, têkbirina faşîzm, mêtingerî, dagirkerî û xiyanetê ye.

Gerîllayên Kurdistanê bi birydarî wê hesab ji dagirkeran bipirsin.

Bi pêşengiya van lehengan, wê tecrîda li Îmraliyê bişike û faşîzma hilweşe.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vê boneyê, her kesên ku her cûre zor û zehmetî dane pêşiya xwe û ji bo azadiya Rêber Apo dane ser rêya Gemlîk silav kir.

Her wiha bal kişand ser girîngiya helwesta Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî û got;

Tevgera me di vê pêvajoya dîrokî de banga ciwanan a “Werin Cenga Azadiyê” weke seferberî binav dike.

Bi vê bîr û baweriyê m bang li gel û dostên xwe dikin ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hilweşandina faşîzmê li her qadê dengê xwe bilind bikin.

Back to top button