Meclisa Nûneran a DYA temenê kirîna çekên ferdî yên nîvotomatîk derxist 21’ê

Bi êrişên çekdarî yên li DYA re, hikumeta welat ketibû tevgerê.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê temenê kirîna çekên nîvotomatîk ji 18 salî bo 21 salî bi pêşnûmeqanûnekê pejirand.

Di çarçoveya bangawaziyên ji bo “reforma çekan” ku piştî gulebarana dawîn a li Buffalo û Uvalde yên DYA’yê pêk hatin, Kongreyê gav avêt.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeqanûnek ku temenê kirîna çekên nîvotomatîk li vî welatî ji 18 bo 21 salî pejirand.

Pêşnûmeya ku hema hema hemû Demokrat û beşek ji Komarîyan piştgirî dayê, bi 228 dengên “erê” li hemberî 199 dengên “na” hat qebûlkirin.

Serokê DYA Joe Biden, di axaftina xwe ya hefteya borî de ji gel re, banga qedexekirina çekên nîv-otomatîk li welêt kir.

Biden gotibû ger hûn nikarin bi giştî qedexe bikin jî temenê kirînê bikin 21 salî.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiyê ya Amerîkayê CDC (Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan) li welêt di sala 2020’n de herî kêm 45 hezar û 200 kes ji ber gulebarana bi çekan mirin.

Di rewşa heyî de li Amerîkayê bûtirî 390 mîlyon sivîl xwedî çek in.

Back to top button