Hindistan…ji ber germa zêde, welatî roja xwe di nava avê de derbas dikin

Demsala havînê li Hindistanê zû despê kiriye.
Pileya germahiyê gihişt, 46’ê.
Ji ber germahiya zêde, welatî roja xwe di nava avê de derbas dikin.

Li başûr-rojhilatê Hindistanê pileya germahiyê gihiştiye 46 ºC.

Herî zêde eyaleta Uttar Pradesh ji germayê bandor bûye.

Ji ber ava vexwarinê kême, pêwistiyên heyî bi kîrînê têne pêkanîn.

Lawirên li nava kolanan jî xwe nêzî cihê avê dikin.

Yên ku xwe li ber germaya heyî nagirin, berê xwe didin peravên çem.

Toz û hêlma germahiyê nahêle ku çav vebin.

Di destê her welatiyekî li herêmê de, yan îskanek avê yan jî kaxezek hewil dide xwe pê hênik bike heye.

Beriya niha jî ji ber germa zêde, dibistan hatibûn girtin.

Pisporên Ekolojiyê dibêjin, ev 122 sale germahiyek wiha li welat pêk nehatiye.

Beriya niha jî hatibû xwestin ku ji bo lawiran av li nava kolanan were danîn.

Back to top button