Şerê Hamas û Îsraîlê

Di roja 116’an ya şerê Hemas û Îsraîlê de di nava 24 seetên dawiyê de li Xezayê 114 kes hatin kuştin û 249 jî birîndar bûn.
Ji 7’ê Cotmehê heta niha jimara kesên li Xezayê hatin kuştin 26 hezar 751, ya birîndaran jî bû 65 hezar 636 kes.
Misir û Urdinê jî têkildarî rewşa xirab ya li Xezayê hişyarî dan.

Li Xezayê şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de bi dijwarî didome û rojane hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên Îsraîlê bi ser nexweşxenaya Îbnî Sîna ya li bajarê Cenîn a li Şerîa Rojava de girtin.

Hêzên Îsraîlê bi ser nexweşxaneyê de girtin û 3 kes kuştin

Li gorî daxuyaniyê di serdegirtinê de 3 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê ji her sê kesên hatine kuştin 2 ji wan birayê hev bûne.

Li Xezayê di 24 saetên dawiyê de 114 kes hatin kuştin

Têkildarî şer û êrişên 24 seetên dawiyê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el Kudra daxuyanî da.

Berdevkê Wezaretê diyar kir di êrişên hêzên Îsraîlê de 114 Filistînî hatin kuştin, 249 jî birîndar bûn.

Her wiha berdevkê Wezaretê eşkere kir ku ji 7’ê Cotmehê heta niha jimara Filistiniyên ku hatine kuştin 26 hezar 751, ya birîndaran jî bû 65 hezar 636 kes.

Berdevkê wezartê diyar kir hê jî di bin xirbeyan û li kêleka rêyan cenaze hene lê ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê nikarin xwe bighînin wan.

Misir û Urdinê ji bo rewşa xirab ya li Xezayê hişyarî dan

Li aliyê din ji ber şer û êrişan rewşa jiyanî ya li Xezayê jî her diçe xirabtir dibe.

Têkildarî mijarê Misir û Urdinê hişyarî dan.

Li gorî daxuyaniya Dîwana Qraliyetê ya Urdinê Qralê Urdinê Ebdullah û Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî bi telefonê hevdîtin pêk anîn.

Hat diyar kirin di hevdîtinê li ser rewşa Xezayê û ewlekariya herêmî niqaş hatiye kirin û hatiye gotin,

“Rewşa mirovî ya li Xezayê ku her diçe xirab dibe û ragêşiya leşkerî gefê li ewlekariya herêmê dixwe. Divê kordînasyona di navbera her du welatan de û ji bo pêkanîna agirbesta li Xezayê û gihandina alîkariyên mirovî zext bidomin.”

Hat diyar kirin di hevdîtinê de Sîsî û Ebdullah girîngiya vegera Filistîniyên ku bi darê zorê ji Xezayê hatine derxistin anîne ziman û hewldanên derxistina Filistîniyan ji Xezayê û Şerîa Rojava red kirine.

Di êrişên Îsraîlê ên li Xezayê de 10 kes hatin kuştin

Back to top button