Hêzên Îranî li ser sînorê Kirmaşanê êrîşî komeke kolberan kir û kolberk hat birîndarkirin.
Li gorî nûçeya KolberNews’ê, duh hêzen Îranê, li ser sînorê Newsud a bi ser parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kir.
Di encama êrîşê de, kolberê bi navê Emîr Weysî yê ku ji xelkê gundê Cubar a ser bi bajaroka Selas birîndar bû û ji bo nexweşxnaneya Pawe hat rakirin.
Cenazeyê 5 kolber ku dibin aşûtê mabûn hatin dîtin
Li aliyeke din jî, cenazeyê 5 kolberên ku di 18’ê Çileyê de li navçeya Elbaka Wanê dibin aşûtê de mabûn, hatin dîtin.
Malbatan jî cenazeyên zarokên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê kirin.