Kerwanek dewleta Tirk li ser sînorê Dêrikê pişkinîn kir

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê amadekariya êrîşan li dijî Şengal û Dêrikê dike, herî dawî li sînorê Dêrikê pişkinîn kir.

25’ê Çileyê saet di 14:15’an de, kerwanek ji 14 maşneyên artêşa Tirk û MÎT’ê, li sînorê Beravê yê Dêrikê geriya.

Hate ragihandin, dema ku karwan gihîşt sêgoşeya Tirkiye, Sûriye û Iraqê, li qereqola Mexarayê ya li navçeya Silopiyayê bi leşkerên ku bi helîkoptera leşkerî hatin, hevdîtin kir.

Balkêş e ku piştî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hevdîtinên Wezîrê Parastinê bi rayedarên Iraqê û PDK’ê re, liv û tevgera leşkerî zêde bûye.

22’ê Çileyê Erdogan gefa pêkanîna êrîşeke hevbeş bi alîkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê li dijî Şengal û Rojava xwar û got; “Dibe ku em şevekê ji nişka ve êrîş bikin.”

 

Back to top button